Vegera koçberan di navbera hewldanên Rêveberiya Xweser û paşguhkirina hikumeta veguhêz de

Rêveberiya Xweser xebatên ji bo vegera bi dilxwazî ya koçberên di kampan de, bi hevkariya NY'ê didomîne. Şêxmûs Ehmed got "Aliyên navneteweyî xwedî lê dernakevin û durûtî heye. Ev jî li pêşiya vegera koçberên Efrîn û Serêkaniyê dibe asteng. Divê zext li aliyên berpirs were kirin û vegera ewle were misogerkirin.”

Vegera koçberan di navbera hewldanên Rêveberiya Xweser û paşguhkirina hikumeta veguhêz de
18 kanûn, 2025   03:40
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Rêveberiya Xweser di 23'yê Çileya 2025'an de biryarek ji bo hêsankirina vegera bi dilxwazî û ewle ya koçberên di kampan de bi hevkariya Neteweyên Yekbûyî (NY) derxist. Li gorî wê Rêveberiya Xweser malbatên koçber ber bi herêmên xwe yên resen ve vegerandin û teqezî bi wê yekê kie veger bi dilxwazî, ewle û birûmet be.

Di heman çarçoveyê de, di benda 5'an a peymana 10'ê Adarê de ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de, teqezî bi mîsogerkirina vegera ewle ya hemû koçberên Sûriyeyê hatiye kirin. Lê tevî ku 9 meh di ser peymanê re derbas bûne, hîna jî hikumeta veguhêz tu gav ber bi vê yekê ve neavêtine.

DURÛTÎ

Serokê Nivîsgeha Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku ji dema hilweşîna rejîma berê ve tu gavên pratîk ji hêla aliyên navneteweyî ve di mijara vegera koçberan de nehatine avêtin.

Ehmed got Rêveberiya Xweser ji destpêka vê qonaxa nû ve biryarên ji bo hêsankirina vegera ewle ya koçberan derxistin, lê bendên peymana 10'ê Adarê yên misogerkirina vegera koçberên deverên dagirkirî hîna wekî xwe maye.

VEGERA BI DILXWAZÎ

Ehmed da zanîn ku Rêveberiya Xweser bi hevkariya aliyên navneteweyî komîteyeke koçberên Efrînê ava kir da ku bi komîteya Rêveberiya Xweser û QSD'ê re bi hikumeta veguhêz re dan û standinan bike, lê belê heta niha tu bersiv nehatine dayîn.

Ehmed bang li aliyên navneteweyî kir ku zextê li aliyên berpirs bikin û rola garantoroyê bilîzin û got: "Rêveberiya Xweser vegera koçberên li kampên Erîşe, Mehmûdlî û Ebû Xeşeb ên Dêrazorê û kampên Hol û Tiwêhnê ber bi herêmên wan ên hundirê Sûriyeyê ve, bi hevkariya NY'ê misoger kir. Heta niha hejmara malbatên ku bi dilxwazî vegeriyane herêmên xwe nêzî hezar û 700 malbat e."

ZEHMETIYA HERÎ MEZIN

Ehmed got zehmetiya herî mezin vegera koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ye û got: "Ji bo derxistina hêzên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ji wan deveran û vegerandina malan ji bo xwediyên wan ên resen, hevdîtin bi hikumeta veguhêz re didomin.”

Der barê rewşa xizmetguzarî de Ehmed got Rêveberiya Xweser plansazî ji bo piştgiriya koçberên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danîne û got: "Cihên nû ji bo koçberên Efrîn û Şehbayê hatin avakirin û malbat ji dibistanan hatin derxistin û di wan cihan de hatin bicihkirin, her wiha xanî jî hatin kirêkirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ehmed teqezî bi xebitîna ji bo vegera ewle, birûmet û bêtirs da û got ji bo wê ked û garantiya navneteweyî pêwîst in.

(mh)

ANHA