Metirsiyên qada Sûriyeyê bibe şerê Îran-Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa metirsiyên veguherîna qada Sûriyeyê bo şerê Îsraîl-Îranê, hebûna Amerîka li Iraqê û pêşniyara Misirê ji bo bidawîkirina şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de kir.

Metirsiyên qada Sûriyeyê bibe şerê Îran-Îsraîlê rojeva rojnameyên erebî ye
29 kanûn, 2023   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Erebî El Cedîd bi sernavê ′Gelo qada Sûriyeyê vegere şerê Îran-Îsraîlê′ nûçeyek nivisî. Rojnameyê di nûçeya xwe de behs kir ku kuştina yek ji fermandarên Pasdarên Îranê li Sûriyeyê Redî Mosoyî bi êrişa asîmanî ya Îsraîlê li nêzî Şamê deriyên nû li pêş îhtîmala rageşiya leşkerî di navbera Til Avîv û Tehranê de li başûrê Sûriyeyê vekirin. Ruxmî ku hikumeta Şamê der barê bûyerên li Xezayê dibe xwe radigire û tenê daxuyaniyên der barê êrişên Îsraîlê li hundirê Sûriyeyê dide.

′ÎRAN NAKOKIYA LI HERÊMÊ JI BO BIDAWÎKIRINA HEBÛNA AERMÎKA LI IRAQÊ BI KAR TÎNE′

Rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de behsa hewldana Îranê ya bikaranîna nakokiya li herêmê ya li ser paşxaneya şerê li Xezayê kir ku ji gelek eniyan ve li Deryaya Sor, başûrê Lubnan û Iraqê pêk tê. Da ku doza hebûna Amerîka li Iraqê ya hatiye derengxistin bi dawî bike.

Daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî yên der barê amadebûna welatê wî ji bo bidawîkirina hebûna Koalîsyona Navneteweyî li Iraqê, nîşana teslîmbûna wî ji zextên Îranê ye û li ser hesabê têkiliyên xwe bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re vê yekê dike, dibe ku ev bandoreke neyênî li ser hikumeta wî bike.

Li gorî rojnameyê, Îran û baskên wê yên çekdar li Iraqê zanîn ku zehmet e hêzên Amerîkayê bi rêbazên dîplomasî derkevin, ji ber ku DYA′ê bi israr e bimîne, ji ber wê komên alîkgirên Îranê baregehên Amerîkayê bi moşek û balafirên bêmirov hedef digirin.

′QAHÎRE LI BENDA BERSIVÊ PÊŞNIYARA XWE YA AGIRBESTÊ YE′

Rojnameya Şerq El Ewsat der barê şerê di navbera Îsraîlê û Hemasê de ku 3 meh temam kirin diyar kir ku tê payîn wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken gereke nû li Rojhilata Navîn pêk bîne û ji dema şer dest pê kiriye ve ev gera 4′an e.

Li gorî rojnameyê, berpirsekî Misirî duh gotibû Qahîre heta niha tu bersiv li ser pêşniyara xwe ya agirbestê wernegirtine.

(fr)