Dewleta Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku şeva borî 3 girtiyên siyasî yên Kurd ên bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ku xelkê Urmiyeyê ne ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Her wiha hate diyarkirin ku heta niha cenazeyên girtiyan radestî malbatên wan nekirine.

Dewleta Îranê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin
29 kanûn, 2023   11:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Medya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku duh bi şev 3 girtiyên siyasî yên Kurd ku xelkê Urmiyeyêne, ji aliyê rejîma Îranê ve li girtîgeha navendî ya bajêr hatin darvekirin.

Her wiha hate diyarkirin ku her sê girtiyên hatine darvekirin bi navê Wefa Henare, Aram Umerî Berdiyanî û Rehman Perhazû ye.

Gorî hatî ragihandin hêzên emnî malbatên girtiyên hatîn darvekirin agahdarkirine ku wê cenazeyan radestî malbatan nekin.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên borî de cezayê darvekirinê ji bo her sê girtiyên siyasî ji aliyê Şaxa 39’an a Dadgeha Bilind a Îranê ve hatibû dayîn.