‘Piştgiriya dijmin xiyaneta herî mezin e’

Jinan diyar kir ku heke hêzeke Kurd di şerê li dijî Kurdan de piştgiriya dewleta Tirk bike, xiyaneta herî mezin e û dijminê wan e.

‘Piştgiriya dijmin xiyaneta herî mezin e’
7 gulan, 2024   15:40
QAMIŞLO

Jinan li Qamişloyê bi çalakiyekê piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta Tirk re, bi xiyaneta herî mezin navand.

Kongra Star li Qamişloyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist û di meşê de gelek jinan nêrînên xwe têkildarî hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re parve kirin.

Jina bi navê Fehîme Ebdulqadir got: "Êrişên li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xiyanet e. PKK`ê êrişî tu kesî nekiriye. Em qebûl nakin tu kes PKK`ê bi êrişan tawanbar bike.”

Fehîmeyê wiha domand: “Piştgiriya her aliyekî Kurd ji dewleta Tirk re li dijî aliyekî din ê Kurd, xiyaneta herî mezin e. Mîna dewleta Tirk, ew dijminê me ye.”

Fedya Silêman jî berxwedana şervanên tevgera rizgariya Kurdistanê ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û got: “Şervanên me li çiyayan li ber xwe didin. Em piştgiriya berxwedana wan dikin.”

Fedya wiha domand: “Gelê Kurd kiryarên malbata Barzanî ku piştgiriya Erdogan dike, qebûl nake. Dema piştgiriya dijmin bikin, em jî hazir in piştgiriya şervanên xwe bikin.”

Fedya di dawiyê de got: "Tevgera rizgariya Kurdistanê şerê tu hêzekê nekiriye. Ew xwe û çiyayên xwe diparêze. Êrişî tu kesî nekiriye. Ew şerê me dikin û em ê bersiva wan bidin.”

(şx)