Meşa 'Azadî' di roja xwe ya 4'an de ye

Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ji bajarê Amedê ya bakurê kurdistanê ber bi bajarê Enqereyê a tirkiyê ve dimeşin di roja xwe ya 4’an da didome.

Meşa 'Azadî' di roja xwe ya 4'an de ye
4 cotmeh, 2025   09:24
NAVENDA NÛÇEYNA

Meşa bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ku bi dirûşma 'Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin' ji Amedê ber bi Enqereyê ve destpê kir, daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dike, di roja xwe ya çaremîn de bi coşeke mezin berdewam dike. 

Di meşê de jinan daxwazên xwe bi dirûşma “Jin jiyan azadî, azad bike Reberî”, “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî” tînin ziman.