Mehmûd El Mislit: Em hewl didin pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSD`ê de kom bikin

Hevserokê MSD`ê Mehmûd El Mislit got li rex meşandina kar û xebatan li derve, hewldanên xwe ji bo yekkirina hemû pêkhateyên Sûriyeyê xurttir dikin, da ku nexşerêya di kongreya 4`an de hate diyarkirin, çalak bibe.

Mehmûd El Mislit: Em hewl didin pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSD`ê de kom bikin
23 ÇILE, 2024   02:37
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mehmûd El Mislit ji ANHA’yê re axivî. El Mislet got: "Projeya MSD`ê projeyeke sûriyeyî ye. Em hewl didin tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di nava MSD`ê de kom bikin, ji bo ku ji projeya bê ya Sûriyeyê re bibe alternatîfeke rastîn."

Mehmûd El Mislit diyar kir ku gava pêşîn yekkirina eniya hundirîn a partiyan e û wiha domand: "Ev jî bi rêya nêrîneke siyasî û Hevpeymana Civakî ya nû pêk tê ku bi awayekî berfireh ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re vekirî ye."

Li gorî El Mislit li gel xebatên hundirîn, li ser asta derve jî MSD dê nivîsgehên derve çalak bike ji bo ku armanc, nêrîna siyasî û nexşerêya MSD`ê pêk were. Lê El Mislit cihên vekirina wan nivîsgehan diyar nekirin. 

Der barê mekanîzmaya çalakkirina nexşerêyê de El Milset got: "Dê bi rêya komîteyên MSD`ê pêk were ku bingeha avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng, zanistî û nenavendî ye. Diyaloga sûriyeyiyan bingeha kar û xebatên me ye."

MSD`ê di kongreya xwe ya 4`an de ku 20`ê Kanûna 2023`yan li dar xistibû, nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyeyê aşkera kiribû.

(şx)

ANHA