Zelal Zagros deryaya dayînê û 31 salan a têkoşînê ye-Hêvîdar XALID

Zelal Zagros deryaya dayînê û 31 salan a têkoşînê ye-Hêvîdar XALID
23 ÇILE 2024   05:41

Ji gundê xwe yê biçûk Silindirê yê bajarê Amûdê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîna xwe ya şoreşgerî dest pê kir û li 4 parçeyên Kurdistanê geriya. Dema jê hat xwestin têkoşînê li derveyî welat bike, gavên wê yên yekemîn li Ermenistanê bû, ji wir berê xwe da bajarê Minbicê yê Sûriyeyê, dûre herêma Dêrazorê û piştre bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê. Kerkûk jî cihê wê yê dawî bû, ji ber ku li wir bi destê îstîxbarata dewleta Tirk û tevkarên wê di êrişeke terorîst a hovane re derbas bû. 

Ew Feryal Silêman Xalid bi nasnav Zelal Zagros e. Ji biçûkaniya xwe ve wateya kedê û nirxa ku mirov di qonaxên jiyana xwe de werdigire nas kir, bi taybet ji bo jinê di jiyanê de me her tim dîtiye ku jin bindest e û tu hêza wê tune ye. Lê ruhê Zelal tevî kedê bû û bû parçeyek ji jiyana wê qut nabe. Bi ruhê xwe yê kedkar taybetmendên paqij wergirtin, xwedî kesayeta hêz, vîna xurt û aqilmend bû. Di armancên xwe de diyar bû, di dan û standinên xwe de dilnizm bû, di rêbaza jiyana xwe de çalak û afrîner bû. Ji bo exlaqê neteweyî û mirov modeleke bêhempea û zindî bû û berdêla wê tune.

Zelal di lêgerîna rastiyê de zû dest pê kir. Rêveçûn û têkoşîneke dirêj û westan di oxira doza xwe de raber kir û tev li tevgera azadiya Kurdistanê bû. Li çiyayan tevî gerîlayên ku îro li dijî tevahî siyaset û îdeolojiyên hêzên global disekinin sekinî. Ew dem ji bo wê têkoşîna rizgariya ji bin kavilan û enqazan bû. Ew rê û derî ji xwe re ya yekane dît ku armanc û xewnên xwe yên jiyaneke azad pêk bîn. Bi wê re tecrûbeyên têkoşîneke resen û jiyaneke tije maf jiya. Astengî û tecrûbeyên mezin û gewre yên li pêşberî wê hiştin ku cihekî mezin di tevahî hûrgiliyên jiyanê de bi dest bixe, di nava tevahî hevrêyên xwe yên têkoşer û çekê de hezkirî bû. Fikrên Rêber Apo hembêz kirin, bi felsefeya wî ya jiyana azad û îdeolojiya kûr a di oxira rizgarkirina mirovan de bi taybet der barê jinê de bawer kir.

Têkoşera afrîne, Zelal Zagros bihost bi bihost li çiyayên Kurdistanê geriya, kanî û çemek nehişt û nedît û av jê venexwar. Herêmek, geliyek, zozanek û girek nehişt û lê negeriya. Bi ruhê xwe yê bilind, keda mezin, têkoşîna xurt û gavên biisrar ber bi armanca xwe ya rastiyê ve çû. Li ser têkoşîna xwe ya serketinê demeke dirêj meşiya, wê jî hişt tevahî astengiyên li hember wê derbas bike. Rêya wê bi serkeftinê tacîdar bû. Ew kurda şoreşger û têkoşera xurt e ku ji tiştekî natirse.

Zelal...31 sal deryaya têkoşîn û israrê ruxmî tevahî astengiyan, Zelal ...31 sal ji têkoşîn û dayînê ye. Rojekê jî di dayîna xwe de pexîlê nekir. Şervan û gerîlaya kêliyên çarenûsê bû. Salên xwe yên têkoşîn û berxwedanê di oxira gel, Kurdan de derbas kirin, li her deverê tê koşiya; ji çiyayên Kurdistanê heta bi qadên welat û derveyî welat jî tê koşiya. Di oxira gelê Kurd de her tim di nava xebatê de bû. Ji ber wê, da ku xizmetî gelê xwe bike, parastina wî ji siyasetên pergala kapîtalîst a ku Kurdan di vê demê de diçewisîne û çanda wan têk dibe, berê xwe da Ermenistanê. Di nava gelên Kurd û Ereb ên li herêmên ji DAIŞˊê hatine rizgarkirin de bêyî dudilî û berdewam xebitî. Zelal, bi armanca bandorên neyênî yên DAIŞˊê li ser jinan hiştine, avakirina civekeke azad û demokrasî ku vîna tevahî jinan biparêze û mafên wan biparêze, xwe gihand tevahî jinan û têkilî pê re danîn.

Îro, piştî rêya jina Kurd li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê gihaşt qonaxeke girîng a têkoşînê û gelek destkeftiyên rasteqîn li ser erdê pêk anîn, êdî ew li ser dijminê mirovahiyê serokê rejîma Tirkiyeyê bûye kabûsek. Ji lew re em dibînin îro li dijî têkoşîna jina Kurd a bi serkêşiya tevgerên jina Kurdistanî li Rojava, Başûrê Kurdistanê, Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê êriş û terora xwe zêde dike. Bi hemû rê û rêbazên hovane û rêbazên terorîst jinan û destkeftiyên wan hedef digire, sûcên şer û sûcan li dijî jinan, bi taybet jinên siyasetmedar, têkoşer û çalakvan komkujiyan pêk tîne. Ji wan şoreşger, fermandar û têkoşerên pêşeng ên hatine hedefgirtin Zelal Zagros e ku li Kerkûrê yê Başûrê Kurdistanê di êrişeke terorî ya ji hêla îstîxbarata dewleta Tirk û tevkarên wê ve şehîd bûye. Ew nîşaneya hilweşîna rêxistina faşîsta nijadperest e.

Êrişa terorî ya li dijî fermandar Zelal, di nava jinan de hêrsek çêkir û hişt tevahî jin asta têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi îradeyeke mezintir li hember siyasetên qirkirinê û şerê taybet ên Erdogan li ber xwe bidin.

Bê guman, armancgirtina hevrêya me Zelal di vê dema girîng de, kîn û nefreta Erdogan a li hember jinên têkoşer ên ku şerê zihniyeta faşîst dikin nîşan dide, ew zihniyeta ku ew hewl dide li herêmê belav bike. Belê Erdogan dijminê jinan e, ew ji jina rêxistinkirî ya ku sînorên têkoşînê nas nake ditirse. Ji ber wê jî pêwîst e tevahî jin xwedî li doza armancgirtina hevrêya me Zelal û hemû jinên ku bi armanca tunekirina têkoşîna wan hatine armancgirtin, derkevin. Nexasim ku hevrêya me Zelal ji bo tevahî jinan ne tenê ji bo jinên Kurd tê dikoşiya. Wê kedek mezin ji bo perwerdekirina jinên Ereb ên li deverên ku ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin daye, wê nasname û azadiya jinan bi wan dida naskirin û heta dawiya jiyana xwe ji bo vê yekê dixebitî.

Belê Zelal ji nav me çû lê ew di hiş û bîra me de zindî ye, ew di ruhê têkoşînê de zindî maye, têkoşîna ku dê jehrê bi dijminên mirovahiyê bide vexwarin.

Zelala hêja, Zelala delal û gula malê, soza me ji bo te ew e ku em rêya te bişopînin. Zelala xwediya rû li ken, sekna bêhempa û dilê fireh, vane jinên ji deştên Ermenistanê, li ber keviyên Feratê li Minbic û Dêrazorê, li taxên Şamê yên kevn û nû, li bajarê mozaîka gelan li Tirbespiyê soz didin ku li ser şop û fikrên te ji wan re bi têkoşîn û keda xwe nexşe kiriye, bimeşin, da ku serkeftinê pêk bînin û tola te hilînin.

(fr-mh)