Li gundewarên Şamê bi operasyonekê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Bi operasyoneke ewlehiyê li gundewarên Şamê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 çeteyên DAIŞ`ê girtin û teqemeniyeke ku ji bo bikaranînê hatibû amadekirina desteser kirin.

Li gundewarên Şamê bi operasyonekê 2 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
22 cotmeh, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya beşa îstixbarata giştî, bi operasyonekê li bajarokê Renkûs a li gundewarê rojavayê Şamê şaneyeke girêdayî çeteyên DAIŞ`ê hedef girt.

Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi rêya malpera xwe ya Telegram aşkere kirine, di operasyonê de 2 çete hatin girtin, bi wan re jî teqemeniyek ku ji bo bikaranînê hatibû amadekirin desteser kirin.

Ajansa me ji destpêka salê heta niha 73 êriş û tevgerên DAIŞ`ê li Sûriyeyê şopandin, di encama van êrişan de 69 kes hatin kuştin, tevgera DAIŞ`ê ya zêde li gundewarên Dêra Zorê, Reqa û Hesekê heye.

(sb)