10'emîn Festîvala Zarokan li Hesekê dest pê kir

10'emîn Festîvala Zarokan li bajarê Hesekê bi beşdariya 22 komên hunerî yên zarokan dest pê kir. Li gorî komîteya amadekar a festîvalê,  festîval dê 2 rojan bidome.

7 îlon, 2025   16:27
HESEKÊ

10'emîn Festîvala Zarokan bi dirûşma "Hunera Zarokan Sembola Azadî û Afrîneriyê ye" li navenda Tevgera Çand û Hunerê ya Jinan a Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê lidest pê kir. Di festîvalê de 22 komên hunerî yên zarokan wek şano, muzîk û govendê ji bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak û Şedadê beşdar bûn.

Di festîvalê de nûnerên Kongra Star, navendên çand û hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Saziya Stêrk a Zarokan, Peymangeha Bilind a Hunerê ya Hîlala Zêrîn, bi sedan zarok û malbatên wan amade bûn.

Di serî de endama Koma Muzîkê ya Şehîd Serhed zarok Remîs Salih daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanc ji festîvalê, pêşxistina çand û hunera zarokan û vedîtina behreyên wan e.

Piştre rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn a bajarê Hesekê Yusra Îlyas axivî û destnîşan kir ku ew di festîvalê de hemû çandên herêmê didin pêş.

Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo zarokan bi sînevîzyonekê hat pêşandan û piştre komên zarokan berhemên xwe yên hunerî pêşandan.

Komên ku di roja yekemîn de beşdar ev in: Koma Muzîkê ya Viyan û Koma Govendê ya Silava ji Dirbêsiyê, Koma Govendê ya Şehîd Ezîz ji Til Temirê, Koma Şanoyê ya Şehîd Delîl Xabûr, Koma Muzîkê ya Ezhar El Huriye, Koma Şanoyê ya Stêrk û Koma Çinar ji bajarê Hesekê, Koma Govendê ya Til Birak û Koma Govendê ya Şedadê.

Çaverê ye ku festîval sibe bidome û tîmên serkeftî werin xelatkirin.

(mh/şx)

ANHA