Dîmenên şer û pevçûnên dijwar li gundewarê rojavayê Helebê

Ajansa me dîmenên pevçûn û êrişên hewayî yên hêzên hikumeta Şamê li gundewarê Helebê bi dest xistin.

Dîmenên şer û pevçûnên dijwar li gundewarê rojavayê Helebê
28 mijdar, 2024   22:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên ajansa me bi dest xistine, berêvarê li dijî gundê Şêx Eqîl û girên derdorê yên gundewarê rojavayê Helebê pevçûn û êrişên hewayî rû dan. 

Her wiha di dîmenan de hat aşkerakirin ku leşkerên hêzên Şamê li gundê Başemrê xwe amade dikirin ku berê xwe bidin gundê Şêx Eqîl.

Şer û pevçûnên di navbera çeteyên "Heyet Tehrîr El Şam" û hêzên hikumeta Şamê de li gundewarên Heleb û Idlibê ji berbanga duh ve zêde bûne. Di encam de 121 çete û 61 leşkerên Şamê heta niha hatine kuştin.

Li gorî malpera Media Line ya Amerîkî, çeteyan 10 leşkerên Şamê di nav de leşkerên hêzên Rûsyayê jî dîl girtine.

(fr)

ANHA