Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê li herêma 7 Kîlo civîna xwe ya salê li dar xist.

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê civîna salê li dar xist
23 kanûn, 2023   20:21
DÊRAZOR

Bi diruşma ′Jina azad a bihêz meşaleya aştiyê ye′ Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê bi beşdariya endamên meclisê, nûnerên komîteya jin, nûnerên saziyên sivîl û herêmî ya Dêrazorê civîna xwe ya salê li dar xist.

Di civînê de endama rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sena El Mihemed rewşa siyasî ya jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên dawîn ên li Dêrazorê şîrove kirin.

Dûre rewşa rêxistinî ya meclisê û astengiyên li pêşberî wan hatin nîqaşkirin.

Meclisa sînevîzyonek der barê xebatên xwe yên îsal pêşkêş kir.

Di civînê de nêrînên beşdaran, astengiyên li pêşberî wan ên îsal hatin guhdarkirin.

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû; zêdekirina pêngavên zanakirinê yên taybet bi jinan di hundirê civakê de, waneyek li ser fikrên Rêbertî li hundirî dibistanan bê dayîn, ji bo pêngavan hevkarî bi komînan re were kirin, têkoşîn were bilindkirin, xwe bigihînin hejmareke zêde ya jinan, çalakî û hemleyên bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dewam bikin.

(fr)

ANHA