Li Qamişloyê çalakiya zarokan

Bi armanca piştgirî û keşifkirina afrînerên zarokan ku nifşên pêşerojê ne û di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi diruşma ′Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye′ de Tevgera Hîlala Zêrîn konserta mûzîkê û pêşangeha wêneyan li dar xist.

Li Qamişloyê çalakiya zarokan
Li Qamişloyê çalakiya zarokan
Li Qamişloyê çalakiya zarokan
Li Qamişloyê çalakiya zarokan
Li Qamişloyê çalakiya zarokan
Li Qamişloyê çalakiya zarokan
Li Qamişloyê çalakiya zarokan
23 kanûn, 2023   20:18
QAMIŞLO

Çalakî li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl, zarokên dibistana Hîlala Zêrîn û malbatên wan, zarokên şehîdan û endamên saziyên çandî û hunerî hate lidarxistin.

Di çalakiyê de tabloyên curbecur ên zarokan hatin pêşkêşkirin. Her wiha 8 zarokên di navbera 10  û 16 saliyê de 47 talbo  xêz kirin. Di tabloyên fêkî, lawir, amûrên şûnwrî û hwd hatin xêzkirin.

Di çalakiyê de zarok hatin xelatkirin. Hîla Zêrîn bawername li zarokên beşdar belav kirin. Her wiha 16 tîmên mûzîk û 8 zarokên wênesaz hatin xelatkirin. Dûre zarokên Dibistana Niwêla stranên şoreşgerî û folklorîk bi cilên Kurdî pêşkêş kirin.

Ajansa me bi perwerdekara ji dibistana Niwêla ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn Zelal Mûsa re axivî û wiha got: "Ji nêzî 4 mehan ve em amadekariya vê çalakiyê dikin. Armanc ji vê pêşangehê piştgiriya zarokan bikin û aliyê wan ê afrînerî aşkera bikin. Li kêlek wê jî bawernameyan bidin zarokan."

Zelal diyar kir ku çalakî bi diruşma ′Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye′ û di çarçoveya piştgiriya pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd de pêk hat.

Zelal bal kişand ser bandora pêşangehê li ser malbatên zarokan û hawîrdora wan a civakî berfireh dibe, ev yek xeleka sûd, qebûlkirin û teşwîqkirina çalakiyên afirîner berfireh dike û bi rola wê ya perwerdeyî, çandî û derûnî ya li ser zarokan, hişyariyê zêde dike, ji ber ku zarok kursên perwerdehiyê yên li ser tevahî alavên mûzîkê werdigirin.

Çalakî bi gera li nava pêşangehê bi dawî bû.

(fr)

ANHA