Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hunermend xelat kirin

Navenda Çand û Hunerê bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Minbicê ji bo xelatkirina hunermendên Minbicê ku rola wan di parastina mîras û folklore herêmê de hebû, şahiyek li dar xist.

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê hunermend xelat kirin
23 kanûn, 2023   20:39
MINBIC

Di şahiyê de endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, komîteya çandê, yekitiya rewşenbîran, rêxistinên civaka sivîl û xelkê bajêr beşdar bûn.

Di şahiyê de cîgirê Meclisa Rêveber Cuma Heyder axivî û wiha got: "Mîrasa me nasnameya me ye, divê em pê ve girêdayî bin da ku bijîn. Projeya me projeya neteweya demokratîk e û armanca wê vejandina mîrasê ye û mafê hemû pêkhateyan a parastina nasnameya çandî da."

Heyder wiha domand: "Di şahiyê de hunermendên bi awayekî cidî mîras vejandiye, parastina çand û şaristaniya bajêr kiriye hatin xelatkirin. Ev jî beşek biçûk der barê rola wan a mezin e."

Dûre hunermend Ridwan El Îsa, Xelîl Meirawî, Hêvî Ebdulqadir û Salih Cinêd stranên mîrasî yên herêmê gotin.

Dûre komîteya xelatkirinê ya ji hevserokatiya Komîteya Çand û Hunerê Mihemed Bebirtay, hevserokatiya Navenda Çand û Hunerê Roz Îshaq, endamên Navenda Çand û Hunerê Omer Mehmûd û Mihemed El Salih pêk tên hunermend Ridwan El Îsal, Xelîl Meirawî, Hêvî Ebdulqadir xelat kirin û hunermend Ubeyd El Hecî ji ber rewşa wî ya tenduristî bi awayekî xiyabî hate xelatkirin û li şûna wê Mihemed El Şêx xelat wergirt.

Li ser şahiyêû hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Mihemed Qebirtay axivî û wiha got: "Em îro 4 hunermendên Minbicê ku peyama huneriyê ya 10 salên borî hilgirtibûn xelat dikin."

Qebirtay wiha dawî li gotina xwe anî: "Xelatkirin mafê wan e û diyardeyeke xweşik e. Xelatkirina wan li hember rola wan a mezin a parastina mîrasê beşeke biçûk e."

(fr)

ANHA