Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ji bo Meclisa Giştî ya bajarê Hesekê 19 endam, berdevk û cîgir hilbijartin.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê konferansa 2ʹyemîn li dar xist
7 îlon, 2024   17:35
HESEKÊ

Bi diruşma ʹTêkoşîna me garantiya şoreşa jinê û avakirina Sûriyeya demokrat eʹ Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê konferansa xwe ya 2ʹyemîn li dar xist.

Konferans li hola Marbêla ya Hesekê hat organîzekirin. Di konferansê de 200 endamên partiyê, endamên kombûn, rêxistinên jinan, nûnerên partiyên siyasî beşdar bûn. Dûre berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Emanî El Xerbî bixêrhatina beşdaran kir û got: "Jina Sûriyeyî para herî mezin ji şerên çekdarî wergirt. Her tim jin qurbana siyasetên îdeolojîk û desthilatî yên civakê bûn. Lê di hemû qadan de ji jiyanê ne dûr bû, di berdêlan de dudulî nebû. Hişyariya îro ya jina Sûriyeyî dewama têkoşînên wê ye."

Piştre rêvebera Meclisa Jinan a partiyê Fatme El Elî perspektîvên siyasî xwendin. Her wiha dîwan bi serkêşiya rêvebera Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Hesekê Evîn Mihemed, berdevka giştî ya Meclisa Jinan Emanî El Xerbî, cîgira wê Zozan Şemo hat avakirin. Piştî wê rapora salê hat xwendin.

Piştî rapor hat xwendin, Meclisa Jinan a Giştî ya bajarê Hesekê ji 19 endaman hat hilbijartin. Emanî El Xerbî weke berdekv û Fatme El Elî wek cîgira wê hatin hilbijartin.

Konferans bi van encamnameyan bi dawî bû: ji bo xebata jinan di Partiya Sûriya Pêşerojê de dayîna stratejiyeke nû, şîrovekirina xebata rêxistinî, astengî û zehmetiyên di demên berê de rûbirûyî jinan hatine, xurtkirina têkiliyên siyasî bi partiyên siyasî re, firehkirina hîma girse ya jinan û berdewama serdanan ji jinên tev li partiyê bûne re, amadekirina kadroyên jin ên pêşeng di partiyê de, piştgiriya jinan bi rêya vekirina projeyên biçûk ji bo xurtkirina rola wan a aborî, sînordarkirina diyardeya civakî ku jin êşa wê dikişînin mîna ; zewaca temenbiçûk, rewşên qetilkirinê, lidarxistina hemleyên xweperwerdekirin û xwendinê ji endamên partiyê re.

Dê Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li 7 kantonên Herêmê mîna van konferansan li dar bixe.

(fr)