Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin

Tevgera Jinên Azad TJA yê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji jinên girtî re qert şandin.

Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
29 sibat, 2024   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Bagcilar û Kuçukçekmeceyê ji bo jinên girtî qert amade kir.

Qertên hatin amadekirin, bi rêya PTT’ê ji girtîgehan re hatin şandin. Piştî şandina qertan, jinan ji bo tevlibûna “Hevdîtina Jinan a Mezin” a ku dê di 3’yê adarê de li Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê were lidarxistin bang kirin.