Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê civiyan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot civiyan.

Mazlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê civiyan
23 nîsan, 2025   23:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barrot li Hewlêrê hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de rêbazên piştevaniya çareseriya siyasî û ewlehî li herêmê, pêşxistina diyalogan di navbera aliyên sûriyeyî de, her wiha rola Fransayê di piştgiriya hewldanên çareseriya siyasî de hatin nîqaşkirin.

Fransa beriya niha piştgiriya xwe bi peymana di navbera QSD û desthilata Şamê de anîbû ziman wekî gaveke ber bi çareseriya siyasî ve ku yekitiya Sûriyeyê û mafên tevahî pêkhateyên wê mîsoger dike, nirxandibû.

(bb)