Mazlûm Ebdî bi desthilata Şamê re civiya û girîngî da agirbestê li tevahî Sûriyeyê

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî bi komîteya ku serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ava kiriye re civiya. Di civînê de mekanîzmeya xebata komîteyan hat nîqaşkirin û girîngî ji bo agirbestê li tevahî xaka Sûriyeyê hat dayîn.

Mazlûm Ebdî bi desthilata Şamê re civiya û girîngî da agirbestê li tevahî Sûriyeyê
19 adar, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî civîna Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî û komîteya desthilata Şamê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî îro bi komîteya serokê desthilata Şamê Ehmed El Şeri ava kiriye re civiya, ji bo ku peymana di navbera rêveberiya Sûriyeyê "desthilata Şamê" û QSD’ê de hatiye îmzekirin, temam bikin.

Di civînê de endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, serokê komîteya desthilata Şamê Hisên Selamê û hin endamên din ên ji her du aliyan, beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de mekanîzmeya xebata komîteyan hat nîqşakirin ku çaverê ye ev komîte bi awayekî hevbeş bi destpêka Nîsanê re dest bi xebatê bikin.

Her wiha di civînê de behsa "Danezana destûrî" hat kirin û hat gotin ku pêwîst e tu pêkhateyeke Sûriyeyî neyê bidûrsitin û di nexşekirina siberoja Sûriyeyê û nivîsandina destûrê de rola xwe bilîze. Li kêlek wê jî di civînê de teqezî li ser pêwîstiya agirbestê li tevahî xaka Sûriyeyê hat kirin.

(fr)