Li Rojava jinên Kurd konfransa neteweyî li dar dixin

Yekemîn `Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd` li Rojavayê Kurdistanê di 23`ê Adarê de tê lidarxistin.

Li Rojava jinên Kurd konfransa neteweyî li dar dixin
19 adar, 2025   17:17
QAMIŞLO

Li Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd wê bi dirûşma “Bi pêşengiya jinên Kurd yekitiya neteweyî ya Kurdan misoger dibe” konfransekê li dar bixin.

Li gorî agahiyên ku me ji komîteya amadekar a Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd girtine, ev demeke dirêj e amadekarî dihatin kirin.

NÊZÎ 300 DELEGE BEŞDAR DIBIN

Konfrans wê 23`ê Adarê 2025`an li Baxçeya Azadî ya li bajarê Qamişlo bê lidarxistin. Nêzî 300 delegeyên ji jinên rewşenbîr, nivîskar, kesayet, hunermend, partiyên siyasî, rojnamevan, rêxistin û tevgerên jinan wê beşdarî konfransê bibin. Wê nûnerên jin ên di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Demokratîk de û jinên ji Heleb û Şamê jî tevlî dibin.

Konfransa Neteweyî ya Jinên Kurd, yekemîn konfransa ku li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.

(sb/a)

ANHA