Li bejahiya Idlibê êrişên hewayî yên Rûsyayê

Balafirên şer ên Rûsyayê bejahiya Idlibê ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagikirin, bombebaran kir.

Li bejahiya Idlibê êrişên hewayî yên Rûsyayê
8 adar, 2024   12:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Rûsyayê devera Besenqûl a herêma Cebel El Zawiya ya li başûrê Idlibê û devera Ereb Seîd a li rojavayê herêmê yên ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, bombebaran kirin.

Hate zanîn ku hemwextî bombebaranê balafirên keşfê li ser herêmê digeriyan. Der barê encamên bombebaranê de heta niha agahî nehatine parvekirin.

(bb)