Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne

Ezîz Hewas Sîdo ev 50 roj e dîl hatiye gitin û malbata wî bang li aliyên têkildar dikin ku kurê wan serbest were berdan.

Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne
Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne
Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne
Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne
Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne
Malbata Ezîz Sîdo 50 roj e li bendê ne
13 adar, 2026   06:25
HESEKÊ

Ezîz Hewas Sîdo endamê Hêzên Elekariya Hundirîn bû. Di şer de dîl hatiye girtin û ev bûye 50 roj malbata wî çarenûsa wî nizane. Ew ji malbateke welatparêz e û gelek şehîdên wan hene. Malbat ji bajarê Til Temir e. Di şoreşê de 33 zarokên wan şehîd bûne û di vî şerê dawiyê de jî 2 zarokên wan winda ne.

Sala 2013`an birayê Ezîz Sîdo Çiyager ku şervanê YPG’ê ye, di şerê li gundê Menacîr ê gundewarên Serekaniyê şehîd dibe.

Piştî wê bi salekê 2014`an dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrişî bajarê Til Temir dikin, birayê Ezîz Sîdo Devrim di şer de şehîd dibe.

Zarokên malbatê di hemû şer û êrişên li ser herêmê de di eniyên pêş de li ber xwe didin. Ezîz jî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû û dema êriş li ser herêmê çêbû, dîl tê girtin û agahî jê nayê girtin. Dayika Ezîz di xema lawikê xwe de ye.

Dayika Ezîz Necma Îsmaîl Mihemed li wêneyên kurê xwe Ezîz nêrî û got: “Berî niha du zarokên min şehîd bûn. Ez tenê dixwazim ji min re bibêjin ku rewşa Ezîz baş e. 50 roj derbas bûne û ez tu agahî li ser Ezîz nizanim. Em li bendên bûn ku piştî lihevkirinê dosya dîlgirtiyên şer hatibane çareser kirin. Em bi hêvî ne di demeke nêz de gavên pratîkî werin avêtin û dîl serbest werin berdan.”

Birayê wî Bercis Îso got: “Ji ber malbat tu agahî li ser zarokên xwe nagirin, gelekî xemgîn in. Em dixwazin kesên dîl hatine girtin serbest werin berdan.”

Bercis Sîdo diyar kir ku malbata Ezîz ji roja dîl hatiye girtin, agahî jê wernagirin û gelekî li ser ditirsin. Eger agahiyekê jê wergirin dê kêmekî rehet bibin.

Wêneyên Ezîz bi wêneyên şehîdan re li malê daliqandine. Li bendê ne ku agahiyekê jê wergirin.

ANHA