Bloka Neteweyî ya Sûriyeyê sersaxî da malbata şehîd Salih Muslim

Bloka Neteweyî ya Sûriyeyê sersaxî ji bo Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˊê şehîd Salih Muslim xwest.

Bloka Neteweyî ya Sûriyeyê sersaxî da malbata şehîd Salih Muslim
12 adar, 2026   22:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Bloka Neteweyî ya Sûriyeyê bi peyamekê sersaxî da malbata Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim.

Di peyamê de hat gotin ku "Bi xemgîniyekê me agahiya wefata têkoşer Salih Muslim di temenê zêdetirî 70 salî de bihîst. Salih Muslim di oxira Sûriyeyeke neteweyî, hemwelatîbûn, nenavendî û demokrasiyê de canê xwe feda kir û kurê wî şehîd bû. Em di Bloka Neteweyî ya Sûriyeyê de, di demekê de sersaxiyê didin malbata wî û hevrêyên wî, em banga yekitiyê ji bo Sûriyeyeke ji dîktatoriyê û desthilata faşîst a olî vala dikin û banga avakirina welatekî li ser bingeha hemwelatîbûnê giştî, wekhevî, hukmê qanûn û demokrasiyê dikin.

Bavê Welat namire, dest bi dest ji bo pêkanîna armancên me yên Sûriyeyeke azad."

(fr)