Israel Hayom: Trump ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re dem da Îsraîlê

Rojnameyeke Îsraîlê diyar kir ku serokê Amerîkayê Donald Trump dixwaze şerê bi Îranê re bi dawî bike û dema da Îsraîlê ku heta hefteyekê hedefên xwe pêk bîne.

Israel Hayom: Trump ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re dem da Îsraîlê
12 adar, 2026   22:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Israel Hayom ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî siyasî ya herêmî yê payebilind daxuyand ku "Washington hewl dide operasyona xwe ya leşkerî ya li dijî Îranê bi dawî bike û destnîşan kir ku heta hefteyekê dem daye Îsraîlê ku armancên xwe pêk bînin.

Rojnameyê da zanîn ku "guhertina rejîma li Tehranê di dema nêzîk de ne mumkin e, ji ber ku pêdiviya wê bi êrişeke bejahî yan jî vegera li xwepêşandanên hundirîn heye.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Îsraîlê di dawiya Sibatê de li dijî Îranê rêzeêriş pêk anîn, Îranê jî nuqte, tesîs û cihên stratejîk ên Amerîkayê li dewletên Kendavê û herêmê bombebaran kirin.

(fr)