‘Li Herêma Kurdistanê zextinê li ser rojnamevanan zêde bûne’

Rêxistina rojnamevanan a ji bo Parastina Maf û Pêşxistinê, amarên şeş mehên borî yên binpêkirinên li beramberî rojnamevanan pêkhatine esker kir bal kişand li ser binpêkirinan ku li beramberî 145 rojnamevanan û herî zêde jî li parêzgeha Hewlêrê binpêkirin çêbûne.

‘Li Herêma Kurdistanê zextinê li ser rojnamevanan zêde bûne’
25 hezîran 2024   15:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro Rêxistina Peyamnêran a ji bo Parastina Maf û Pêşxistinê, rapora şeş mehan a binpêkirinên ku li Herêma Kurdistanê li beramberî rojnamevanan pêkhatine belav kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku li Herêma Kurdistanê roj bi roj binpêkirinên li beramberî rojnamevanan zêdetir dibin.

Li gor amarên ku hatine belavkirin, di nava şeş mehên destpêkê yên îsal de 78 bûyerên binpêkirina mafan li beramberî 145 rojnamevanan hatine tomarkirin.

Di raporê de hatiye gotin ku li Herêma Kurdistanê rojane bi awayek eşkere binpêkirin li beramberî rojnamevanan çêdibin.

Her wiha hatiye gotin ku di nava şeş mehan de piraniya binpêkirinên çêbûne, rênedana weşanê, cûdakarî û desteserkirina kelûpelên rojnamevanan bû. Tê gotin ku ev binpêkirin zengila metirsiyê ya li ser jiyan û karê rojnamevanan a li Herêma Kurdistanê ye.

Amarên Rêxistina Peyamnêran a ji bo Parastina Maf û Pêşxistinê wihane;

78 bûyerên binpêkirina mafan li beramberî 145 rojnamevanan hatine tomarkirin. Ji vana du bûyer binçavkirin bûn.

Rê nedana weşanê: 59 car

Êriş û desteserkirina kelûpelên rojnamevanan: 19 car

Li parêzgeha Hewlêrê 46 bûyerên binpêkirinê, li Dihokê 21 bûyer, li Silêmaniyê 11 bûyer hatine tomarkirin. Li parêzgeha Helebce jî ti binpêkirinek li beramber rojnamevanan nehatiye tomarkirin.