`Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê`

Weysî Aktaş ku ji Girtîgeha Girava Îmraliyê hate berdan, bi xwe re silavên Rêber Abdullah Ocalan ragihand girseya li benda wî û got, “Serok dibêje, ‘Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.'”

`Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê`
26 tîrmeh, 2025   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Weysî Aktaş ê di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê de dihate girtin û piştî 31 sal û 3 mehan hate berdan, li bajarê Amedê bi girseyî û coşeke mezin hate pêşwazîkirin. 

Dema ku Aktaş gihişt mala xwe ya li Taxa Rezanê li ber deriyê malê bi çepik û tilîliyan hate pêşwazîkirin. Aktaşê ku bi kesên ew pêşwazî kirine hezret derbas kir, ji ber eleqeya zêde bi zorê derbasî mala xwe bû.

Aktaş, silavên Rêber Abdullah Ocalan gihand û bal kişand ser pêvajoya dîrokî ya li Girava Îmraliyê û got: “Serok dibêje, ‘Em ê Girava Îmraliyê bikin girava aştiyê.'”

Dayika Aktaş, Faîke Aktaş, diyar kir ku ew ji ber serbestberdana kurê xwe pir kêfxweş e û xwest ku hemû girtiyên din werin berdan.