Lîjneya hilbijartinan a kantona Firatê hate avakirin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lîjneya komîseriya bilind a hilbijartinan a kantonê ava kir. Lîjne ji 8 endaman pêk tê.

Li gorî endama Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantona Firatê Newroz Elî, di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de ku çaverê ye 30`yê Gulanê dest pê bikin, lîjneya komîseriya bilind a hilbijartinan a kantona Firatê hate avakirin. Komîte ji 8 endaman pêk tê.
Beriya wê jî 5 lîjne ji aliyê Meclisên Gelan ên Demokratîk ên Tebqa, Reqa, Dêrazor, Cizîr, û Minbicê ve hatin avakirin.
(şx)
ANHA