Lîbyayê peymana deryayî ya bi Tirkiyê re erê kir

Parlamentoya Lîbyayê, peymana sînorên deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê erê kir. Her wiha biryarên xwe yên sala 2020’an ên li dijî Anqereyê betal kir. Tirkiye jî li hember vê biryarê bi erênî nêzîk bû.

Lîbyayê peymana deryayî ya bi Tirkiyê re erê kir
21 cotmeh, 2026   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Nûneran a Lîbyayê , bi yekdengî peymana sînorên deryayî ya Tirkiye û Lîbyayê erê kir.

Nakokiyên li ser sînorên deryayî û mafên serweriyê li rojhilatê Deryaya Spî careke din ketine qonaxeke nû.

Meclîsa Nûneran a Lîbyayê, ku ji bo demeke dirêj li dijî peymana deryayî ya sala 2019’an helwest girtibû, bi yekdengî erêkirina wê pejirand.

Her wiha, meclîsê biryarên xwe yên sala 2020’an betal kir.

Ev biryar wekî guherînek girîng di helwesta Lîbyayê de li hember Tirkiyê tê dîtin.

Piştî biryara Lîbyayê, Yûnanistanê nerazîbûna xwe bi eşkereyî nîşan da.

Wezareta Derve ya Yûnanistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku erêkirina peymanê ji aliyê parlamentoyekê ve nikare rastiya erdnîgarî biguherîne.

YÛNANİSTAN: PEYMAN Lİ DİJÎ HİQÛQA NAVNETEWEYÎ YE

Her wiha da zanîn ku peymana Tirkiye û Lîbyayê mafên giravên Yûnanistanê yên li ser herêmên deryayî paşguh dike.

Di heman demê de Yûnanistanê got ku wê bi Misir û Îtalyayê re peymanên diyarkirina herêmên deryayî , îmze kirine.

YEKÎTİYA EWROPAYÊ: PEYMAN MAFÊN SERWERİYA WELATÊN DİN DİXE BİN BANDORÊ

Li aliyekî din jî , Yekîtiya Ewropayê nerazîbûna xwe ji biryara Parlamentoya Lîbyayê re ragihand.

Yekîtiyê bi daxuyaniyekê got ku ev peyman mafên serweriya welatên din dixe bin bandorê.

Tevî vê helwesta tund a siyasî, di agahiyên hatine weşandin de tu cezakirina nû an jî tedbîrên aborî yên zêde li dijî Tirkiyê an Lîbyayê nehatine ragihandin.

Her wekî erêkirina peymanê nakokiyên hiqûqî û siyasî yên li ser sînorên deryayî, mafên serweriyê û çavkaniyên enerjiyê ji nû ve zindî kiriye.