Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû

Komeleya Nûjîn însiyatîfa xwe ya "Ciwanên li dijî Nefretê" bi pêşniyarên der barê medyayê, perwerde û qanûnan de bi dawî kir.

Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
Însiyatîfa ‘Ciwanên li dijî Nefretê’ bi çend pêşniyaran bi dawî bû
14 nîsan, 2026   14:45
HESEKÊ

Komeleya Nûjîn a Pêşxistina Civakê komcivîna dawîn a însiyatîfa "Ciwanên li dijî Nefretê" li Hola Xabûr a Hesekê, bi beşdariya nûnerên beşên cuda civakê li dar xist.

Beriya komcivê rêzeçalakiyên wekî atolyeyên perwerdeyê, rûniştinên diyalogê û kampanyayên dîjîtal hatibûn lidarxistin.

Di komcivînê de ji bo pêşîgirtina nefretê, di hêla medya, perwerde û yasayî de pêşniyar hatin pêşkêşkirin û plana pêkanîna wan hat danîn. Armanca pêşniyaran ew e zimanê nefretê were kêmkirin û hevgirtina civakî were xurtkirin.

Di komcivînê de hat pêşniyarkirin ku komîteyeke şopandinê bi hikumeta demkî re were avakirin. Ev komîte ku dê ji aliyê parêzgarê Hesekê ve were birêvebirin û nûnerên Wezareta Ragihandinê, Rêveberiya Perwerdeyê, Dozgeriya Giştî û 3 rêxistinên civaka sivîl di nav de bin. Komîte dê pêşniyarên civînê binirxîne, planeke pêkanîna hevbeş çêke û civînên mehane li dar bixe da ku pêşveçûnê bişopîne.

Komeleya Nûjîn a Pêşxistina Civakê li Hesekê di dawiya sala 2025`an de însiyatîfa xwe ya civakî ya bi navê "Ciwanên li dijî Nefretê" dabû destpêkirin.

(k)