Li Xezayê 17 û li Xan Yûnisê 90 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên şeva din ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 17 filistînî û li Xan Yûnis jî 90 kes mirin.

Li Xezayê 17 û li Xan Yûnisê 90 kes hatin kuştin
14 tîrmeh 2024   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Dezgeha Parastina Sivîl a Filistînê û rayedarên qada tenduristiyê ya Xezayê, di êrişên artêşa Îsraîlê yên duh bi şev ên li Xezayê de bi kêmanî 17 filistînî mirin û 50 jî birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku artêşa Îsraîlê duh li kampa Mewasî ya bajarê Xan Yûnis ê Xezayê êriş pêk anîn. Hate ragihandin ku di encama êrişê de de piranî jin û zarok 90 kes mirin û 300 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê der barê êrişa li Xan Yûnisê de diyar kir ku "Êriş ji bo hedefkirina fermandarê baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê Mihemed El Deyf" hatiye kirin.

Rayedarekî Hemasî ji AFP’ê re diyar kir ku fermandarê Tûgeyên Ezedîn El Qesam, Mihemed El Deyf sax e.

(bb)