HBDH: Berxwedan 14’ê Tirmehê heta roja îro jî berdewam dike 

Komîteya Rêveber a HBDH'ê berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê bi bîr anî û got, "Meşaleya mezin a berxwedanê ku bi 14'ê Tîrmehê re hate pêxistin, li hemû çiya û bajar belav bûye."

HBDH: Berxwedan 14’ê Tirmehê heta roja îro jî berdewam dike 
14 tîrmeh 2024   11:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBD) daxuyaniyeke nivîskî weşand û berxwedêrên zindanan ya 14’ê Tîrmehê bi bîr anî. 

HBDH’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li ser berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha 1982’an 42 sal derbas bûye û hat gotin, berxwedana ku li zindana Amedê belav bû, berdewama berxwedanên ku li dijî tarîtiya 12'ê Îlonê hatine pêşxistin e.

HBDH’ê da zanîn ku li dijî êrîş û polîtîkaya berfireh a dewleta Tirk, berxwedaneke bêhempa hatiye meşandin û di encama berdêlên giran de zindana Amedê bûye sembola berxwedanê û ev tişt hatin gotin, “Li êşkencexaneyên li vir zêdeyî sed kesî jiyana xwe ji dest dan. Di bin êşkenceyên giran ên sîstemê de teslîmiyet û sîxurî li şoreşger û welatparêzan hat ferzkirin. Bi pêkanîna rêbazên asîmlasyonê re bi hemû hovîtiya xwe ve êrîş nasnameyên neteweyî û olî hat kirin

Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, ji bo pêşî li teslîmiyet û hevkariyê were girtin û têkoşîna paşvemayî bi pêş ve bibe, di 14'ê Tîrmeha 1982'an de ragihand ku ew li dijî teslîmiyet, sîxuriyê û êşkenceyê dest bi Rojiya Mirinê dikin. Di dadgehên faşîzmê de li gel hemû zext û zordariyên dijmin jî biryardariya têkoşînê nîşan da û banga berxwedanê hat kirin.

Li dijî Cûntaya Faşîst a Leşkerî kadroyên pêşeng Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek destana mezin a berxwedanê avakirin. Berxwedana Rojiya Mirinê ku piştî 14’ê Tîrmehê destpê kir û bi biryardariyek mezin berdewam kir, gihişt armanca xwe û siyaseta faşîzma Tirk vala hat derxistin.”

HBDH’ê da diyar kirin ku ev berxwedan heta roja îro jî berdewam dike û got ku li dijî tecrîda girankirî Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide û wiha domand, “Li dijî girtiyên şoreşger û welatparêz êrîş hene. Teslîmiyet tê ferzkirin û cezayên keyfî tên dayîn. Faşîzm li pêşberî her rêber, şoreşger û welatparêzekî ku nikare teslîm bigire her roj têk diçe. Ev têkçûn dewletê her roj bêhtir hartir dike. Ji bo vê jî berxwedana 14'ê Tîrmehê li hemû girtîgehan bi taybetî li Îmraliyê didome.

Êrîşên dewletê tenê bi zindanan re sînordar nîne. Li Başûrê Kurdistanê, li dijî qadên gerîla û gundên Kurdan bi awayekî berfireh êrîşên dagirkeriyê tê pêkanîn. Li Bakurê Kurdistanê, bi desteserkirina şaredariyên gel îrade tê binpêkirin. Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst yên li dijî Başûr û Rojava, ji polîtîkayên emperyalist ne cihê ne. Teqez rojekê ev desthilatdariya faşîst wê li dijî berxwedana gel têk biçe. Meşaleya mezin a berxwedanê ya bi 14'ê Tîrmehê re hat bilindkirin, li hemû çiya û bajar belav bû. Ev meşale ye ku gerîlayên azadiyê li çiyê û têkoşîna milîtan û gelê me yê li bajaran ronî dike. Di vê wateyê de berxwedana 14'ê Tîrmehê hê jî didome.

Bi wesîleya salvegera berxwedana zindanan a 14'ê Tîrmehê em bang li gelê xwe dikin. Li dijî dewleta Tirk a ku dixwaze tevahiya welêt bike zindan, îrada şoreşgerî ya ku têkoşîna yekbûyî xurt dike, bi biryardariyeke mezin dewam dike. Em bang li gelê xwe dikin ku li dijî faşîzmê, bêhtir tevlî nava refên têkoşînê bibin."