NY: Pevçûnan rêjeya birçîbûnê zêde kirine

NY'ê di raporekê de diyar kir ku di sala 2024'an de 295 mîlyon mirov di 53 welatan de di bin xeta birçîbûnê de bûn. Di raporê de hat diyarkirin ku sedemên bilindbûna vê hejmarê pevçûnên çekdarî û krîzên avhewayê û aborî ne.

NY: Pevçûnan rêjeya birçîbûnê zêde kirine
16 gulan, 2025   19:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek îro belav kir û tê de diyar kir ku di sala 2024'an de 295 mîlyon mirov di 53 welatan de di bin xeta birçîbûnê de bûn. Hat diyarkirin ku vê hejmarê rekora hejmara berê ya hejmara mirovên di bin xeta birçîbûnê de ne, şikand. Di raporê hat destnîşankirin ku sedemên bilindbûna hejmarê pevçûnên çekdarî û krîzên avhewayê û aborî ne.

Sekreterê giştî yê NY'ê Antonio Guterres di raporê de got ku ji Xezayê û Sûdanê heta bi Yemen û Maliyê birçîbûna ji ber pevçûnan û sedemên din rekorên nû şikandine û got: "Birçîbûn û nebaşiya xwarinê zêdeyî karîna me ye. Lê li ser asta cîhanê heta niha sêyeka berhemdayîna xwarinê tê windakirin û ji dest diçe."

Di raporê de hat diyarkirin ku şer û aloziyên tund ên li 20 welat û herêman bû sedema ku 140 mîlyon mirov bikevin bin xeta birçîbûnê.

Ji ber rewşa avhewayê jî li 18 welatan û ji ber krîzên aborî li 15 welatan 155 mîlyon mirov ketin bin xeta birçîbûnê.

NY'ê di raporê de hişyariya kareseteke mirovî di 2025'an de da, nexasim ku hin dewletên alîkar ên sereke alîkariyên xwe yên mirovî kêm kirine.

Guterress di dawiyê got: "Ev ne tenê ji ber binketina sisteman, her wiha ji ber binketina mirovahiyê ye jî."

(mh)