Deweriyeke Îsraîlê kete Quneytîrayê nêzîkî nuqteya UNDOF’ê

Dewriyeke Îsraîlê ket gundewarê Quneytre û xwe nêzîkî nuqteya UNDOF’ê bi cih kir.

Deweriyeke Îsraîlê kete Quneytîrayê nêzîkî nuqteya UNDOF’ê
27 tebax, 2026   18:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro dewriyeke Îsraîlê ya ji 3 wesayîtên leşkerî pêk dihat, li gundewarê Quneytrayê ket nav axa Sûriyeyê û xwe nêzîkî nuqteyeke hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDOF), bi cih kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Îsraîlê li herêmê xaleke kontrolê ya demkî danîne, erebe û wesayîtan teftîş kirin û berî vekişînê nasname kontrol kirine.

Ev ketin di nav tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li gundewarê Quneytrayê de, di nav de avakirina xalên kontrolê, nuqteyên demkî û operasyonên lêgerînê, tê.

SOHR’ê duh êvarê jî ragihandibû ku dewriyeke Îsraîlê ketiye gundê Tarancayê yê bakurê Quneytrayê, li wir berî ku ji herêmê derkeve, bi ser malekê de girtiye.

(f)