Li Til Hemîsê rola jin û ciwanan di biryargirtinê de hate nîqaşkirin

Beşdaran di konferansa komînan de ya bajarê Til Hemîsê, mekanîzmeyên tevlêkirina ciwanan û jinan di pêvajoya biryargirtinê de, nîqaş kirin. Beşdaran, diyar kirin ku pêşxistina xebatên komînan û piştgiriya pêşniyarên civaka xwecih, bingeha biserketina geşepêdana domdar û xurtkirina rola civakê di avakirina aştiyê de ye.

23 îlon, 2025   17:22
QAMIŞLO

Ji bo nîqaşkirina rêbazên pêşxistina karê komînan û zêdekirina rola wan di xizmetkirina civakê de, li bajarê Til Hemîs ê kantona Cizîrê konferansa komînan bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina aştî û civakeke demokratîk e" hate lidarxistin. Di konferansê de gelek şêx û rûspiyên eşîrên ereb, hevserokên komînan û endamên saziyên rêveberiya xweser beşdar bûn.

Li bajarê Til Hemîs û gundewarên wê 250 komîn hene.

Di konferansê de, ku di Navenda Çandê de hate lidarxistin, beşdaran li ser mekanîzmayên pêşxistina karê komînan û derbaskirina astengiyên li pêşiya xebatên wan, aktîvkirina rola komîteyên wê nîqaş kirin. Her wiha girîngiya tevlêkirina ciwan û jinan di pêvajoya biryargirtinê de teqez kirin.

Di konferansê de raporên rêxistinî yên li ser xebata komînan ên bajar û gundewarên wê hatin xwendin. Dûre beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe der barê rêbazên xurtkirina rola komînan di xizmeta civakê de parve kirin.

Nêrîn bi gelemperî li ser taybetmendiyên hevserokên komînan bû ku divê berpirsyar be, pêşnûmeyên konferansê bicih bîne, tevlêbûna beşên civakê bi taybet jin û ciwan aktîf bike, piştgiriya însiyatîfên civakî bike ku rolekê di pêşxistina geşepêdana xwecih û peydakirina pêdiviyên xizmetguzarî de dilîzin. 

Her wiha di konferansê de hate gotin ku divî her şemî civînên asayî li dar kevin, ji bo misogerkirina bicihanîna plansaziyan mekanîzme bê dayîn, her sal bername ji bo projeyên xizmetguzariyê, çalakiyên hunerî û civakî bên amadekirin, bi awayekî asayî her 6 mehan rola komînan bê nirxandin.

Beşdaran pêşniyar kirin ku li gorî çavkaniyên berdest, budçeyek biçûk ji bo piştgiriya însiyatîfên civakî were veqetandin. Başdaran teqez kir ku pêşxistina karê komînan û piştgiriya pêşniyarên civaka herêmî ji bo bidestxistina pêşkeftina domdar û xurtkirina rola civakê di avakirina aştiyê de girîng in.

Ev konferans wekî beşeke amadekariyên konferanseke giştî tê lidarxistin ku dê li kantona Cizîrê paşê, were lidarxistin. Dema konferansa giştî dê dûre bê diyarkirin.

(ac/şx)

ANHA