Kuştina bêserûber li herêmên hikûmetê berdewam e 

Li herêmên di bin kontrola Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de çek di nava welatiyan de zêde belav e, revandin û kuştina bê serûber ji aliyê kesên nenas ve dewam dikin. Li hember vê yekê Hikûmeta Veguhêz bi erka xwe rabe.

Kuştina bêserûber li herêmên hikûmetê berdewam e 
23 îlon, 2025   17:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku li kampa El Nîran a koçberan a li Helebê, ji ber nakokiya motorsîlklêtan hin koçberan bi kêran bi hev ketine, di encamê de gelek ji wan bi giranî birîndar bûne, vê yekê tirseke mezin di nava şêniyan de derxist.

Li bajarê El Etarib ê gundewarê Helebê, ciwanek ji ber teqîna bombeyekê jiyana xwe ji dest da, ev yek dide diyarkirin ku li herêmên di bin kontrolkirina Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê de çek di nava şêniyan de bê hesab û bê reqîb belav e.

Li Şamê di dema xebatên sererastkirinê de li taxa El Qedem, di nav toreya kanalîzasyonê de termên 5 kesan, di nav wan de zarok jî hebûn, hatin dîtin.

Li gorî SOHR’ê, termên bê nasname, li nêzîkî bîreke gazê li herêma Dibiyat a rojhilatê Humsê hatin dîtin.

Herî dawî SOHR`ê kuştina zêdetirî 200 kesan ji destpêka sala 2025’an û vir ve, di encama gulebaranên bêserûber û teqînên bêwate de, belge kirine. Di nav de jî bi dehan zarok hene.

(ac/şx)

ANHA