Parêzgarê Hesekê bi wezîrên diravî û perwerdeyê re hevdîtin kir

Parêzgarê Hesekê bi wezîrê diravî û yê perwerde û fêrkirinê temamkirina akîfkirina saziyên diravî û rewşa perwerdeyê li parêzgehê gotûbêj kir.

Parêzgarê Hesekê bi wezîrên diravî û perwerdeyê re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi wezîrên diravî û perwerdeyê re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi wezîrên diravî û perwerdeyê re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi wezîrên diravî û perwerdeyê re hevdîtin kir
Parêzgarê Hesekê bi wezîrên diravî û perwerdeyê re hevdîtin kir
22 cotmeh, 2026   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed îro bi du civînên cuda bi wezîrê diravî Mihemed Yusir Birniyê û wezîrê perwerde û fêrkirinê Mihemed Ebdurehman Tirkî re hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ligel wezîrê diravî de temamkirina aktîfkirina saziyan, pêdiviyên entegrekirina kadroyan, pêdiviyên îdarî û teknîkî, nîqaş kirin. Her wiha amadekariyên pêwîst ên vekirina sazî û gerînendetiyên wezaretê li Hesekê, wekî amadekirina avahî, nivîsgeh û torên teknîkî û budçeya sala 2027‘an rojeva hevdîtinê bû.

Civîna li gel wezîrê perwerde û fêrkirinê bi amadebûna herdu alîkarên wezîr pêk hat. Di civînê de rewşa perwerdeyê, astengiyên li pêşiya wê û entegerkirina kadroyan hatin nîqaşkirin.

Girîngiya hemahengiya di navbera wezaretê û parêzgehê de ji bo çareserkirina astengiyan, mîsogerkirina domandina proseya perwerdeyê û pêşkêşkirina xizmetan ji xwendekaran jî hatin vegotin.

(bb)