Li Tertûsê zêdetirî 100 karmendên Şîrketa Fosfat û Madanan hatin derxistin

Rêveberiya Şîrketa Giştî ya Fosfat û Madanan a Tertûsê zêdetirî 100 karmendên bi hevpeyman ku piranî Elewî ne ji kar derxistin.

Li Tertûsê zêdetirî 100 karmendên Şîrketa Fosfat û Madanan hatin derxistin
4 adar, 2026   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêrgeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku Rêveberiya Şîrketa Giştî ya Fosfat û Madenan li Tartûsê, li ser bingeha nivîsa ji aliyê Wezareta Enerjiyê ve hatiye şandin, zêdetirî 100 karmendên ku bi Rêveberiya Depokirin û Barkirinê ya li bendera Tartûsê re peyman îmze kirine, ji kar derxistin.

SOHRˊê diyar kir ku piranî karmendên ji kar hatine bidûrxistin Elewî ne, di nav de karmend hene zêdetirî 20 salan xizmetên xwe çêbûne. Wê jî nerazîbûne fireh di nava karmend û malbatên wan de çêkir. Têkildarî sedemên dûrxistinê yan jî hebûna berdêlên karmendiyê yan jî tawîzdanên malî tu agahiyên zelal nîn in.

Ev tedbîrên hatine girtin di çarçoveya biryarên derxistina komî ji beşên cuda li parêzgehên Laziqiyê û Tertûsê de ne, di nava civakê de bi taybet li gel hilweşîna rewşa aborî metirsiyên debarê zêde bûne.

(fr)