Li Tertûsê welatiyek hat serjêkirin

Li gundewarê Tertûsê yê di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de welatiyek li mala xwe hat serêjkirin.

Li Tertûsê welatiyek hat serjêkirin
8 cotmeh, 2025   20:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecihî yên ji gundewarê Tertûsê yê Laziqiyê ragihand ku welatiyê bi navê Ela Seîd Dêrko li gundê Diwêr El Şêx Seed di mala xwe de ji aliyê kesên nenasn ve hat serjêkirin.

Îro jî malbata wî bi rêya hesabên xizmên xwe yên medyaya dîjîtalê de mirina wî ragihand.

Li gorî çavkaniyan, Ela ji gundê El Yeqûbiyê yê gundê Idilibê ye û li gundê Diwêr El Şêx Seed bi cib bûbû. Li wir ajokariya basa dibistana taybet a Endelus a berê dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bîlançoya qurbaniyên sûcên tolhildanê, mezhebî û êrişên tesfiyekiirnê li herêmên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, ji destpêka 2025ˊan ve aşkera kiribû. Li gorî bîlançoya SOHRˊê hezar û 78 kes hatine kuştin, ji wan hezar û 24 mêr, 33 jin û 21 zarok in.

(ac)

ANHA