Li Qamişloyê bi şevbuhêrkekê dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî hat bibîranîn

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi boneya salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî şevbuhêrkek li dar xist.

8 cotmeh, 2025   20:37
QAMIŞLO

Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê bi boneya 6`emîn salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî (9 Cotmeh 2019) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, şevbuhêrkek helbestan li parka Xwendinê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Xelkê bajarê Qamişlo, koçberên Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn, helbestvan û rewşenbîr amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Telal El Şêx axivî û got: "Şeveke biêş û giran bû, îro em bi boneya 6'emîn salvegera dagirkirina Girê Spî û serêkaniyê li vir tevî helbestvanên xwe hestên xwe derdibirînin. Em soz didin ku em ê bi têkoşîn û berxwedana xwe dîsa vegerin cih û warên xwe."

Piştre helbestvan Rolyane Dawûd helbesta bi navê (Serokê Min), Ebdusemad Mehmûd (Sirûda Rojava ), Kurdistan Yûsêf (Stobenda Hedanê û Qemhûna ), Ebdulrehman Mihemed (Penaber û Kibrît), Newroz Mihemed (Efrîna Min ) ,Mûfîde Koto (Pênûs û Roza) û Şêro Şero(Ax Kurdistan) helbest xwendin.

(ekîb/fr)

ANHA