Li Tengava Humuzê helîkopterek Amerîkayê ket xwarê

Helîkoptereke Apache ya artêşa Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ket xwarê. Nayê zanîn helîkopter ji ber êrişên Îranê ketiye an jî ji ber xeletiyeke teknîkî.

Li Tengava Humuzê helîkopterek Amerîkayê ket xwarê
9 hezîran, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya New York Times (NYT) ragihand ku helîkoptereke Apache ya leşkerî ya Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ketiye xwarê.

Hat ragihandin ku her du pîlotên di helîkopterê de hatine rizgarkirin û her wiha nayê zanîn ka helîkopter ji ber êrişên Îranê ketiye xwarê an jî ji ber xeletiyeke teknîkî ye. Lêpirsîn hat destpêkirin.

Trump axivî

Serokê DYA’yê Donald Trump piştî temaşekirina Fînala NBA’yê li New Yorkê, li Balafirgeha Navneteweyî ya John F. Kennedy bi rojnamevanan re axivî û got: “Pîlot baş in. Belê, kes birîndar nebû. Em ê sibê raporekê belav bikin, lê pîlot baş in.”