QSD`ê nasnameyên 4 şehîdan aşkera kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameyên 4 şervanên xwe ku di 18`ê Çileya 2026`an de şehîd bûne, aşkera kirin.

QSD`ê nasnameyên 4 şehîdan aşkera kirin
9 hezîran, 2026   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên xwe ku di 18`ê Çileya 2026`an de şehîd bûne, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 4 şervanên QSD`ê berxwedaneke qehremanî kir û li hember êrişan berxwedaneke biheybet nîşan daye, li çeperên xwe xwedî derketine û bi wêrekî û dilsozî ax û gelê xwe parastine.

QSD`ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Navê Kod: Luey

Navê û Paşnav: Ehmed Mihemed

Navê Dayikê: Fidda

Navê Bav: Îsmaîl

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê – Sebahilxêr – 18`ê Çileya 2026

Navê Kod: Xelîl

Navê û Paşnav: Xidir Feyyad

Navê Dayikê: Xezala

Navê Bav: Hisên

Cihê Jidayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê – Sebahilxêr – 18`ê Çileya 2026

Navê Kod: Enes

Navê û Paşnav: Mihemed El Ebid

Navê Dayikê: Fewaze

Navê Bav: Dawûd

Cihê Jidayikbûnê: Dêrazorê

Cih û Dîroka Şehadetê: Şedadê – Sebalihxêr – 18`ê Çileya 2026

Navê Kod: Egîd Girkê Legê

Navê û Paşnav: Xebat Silêman

Dayikê Nav: Xelat

Navê Bav: Mihemed Emîn

Cihê Jidayikbûnê: Girkê Legê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazorê – 18`ê Çileya 2026