Li Tebqayê amadekariyên pêşwazîkirina koçberên ji Şehbayê

Rêveberiya Xweser ji bo pêşwazîkirina şêniyên ji Efrîn û Şehbayê navendên bicihkirinê amade dike.

2 kanûn, 2024   14:54
TEBQA

Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê îro biryar da ku herêma ji aliyê çeteyên ve hatiye dorpêçkirin, vala bike. Çav li rê ye ku nêzî 200 hezar koçber li Tebqa û Reqayê werin bicihkirin.

Di vê çarçoveyê de saziyên xizmetguzarî û karmendên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû îmkanên xwe ji bo xizmeta şêniyên ji Efrîn-Şehbayê seferber kirine.

Rêveberiya Xweser ji bo bicihkirina koçberên ji Şehbayê ya bi awayekî demkî devera werzîşê ya li bajarê Tebqayê, hin dibistan û avahiyên Rêveberiya Xweser amade kirine.

Li gorî berpirsên ku xebatên amadekirina navendên bicihkirinê bi rê ve dibin, navendên demkî  ji kamp, avahî û dibistanan pêk tên û dê xwarin, vexwarin û pêwîstiyên tenduristiyê lê hebin heya ku cihên guncawtir bên amadekirin.

(bb)