Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin

Bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSDˈê şehîd Nasir El Feleh li Reqayê hat veşartin.

Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
Şehîd Nasir El Felah hat oxirkirin
2 kanûn, 2024   15:16
REQA

Cenazeyê şervanê QSDˈê Nasir Raşid El Felah ku 30ˈê Mijdarê dema erka xwe bi cih dianî li Helebê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê Reqayê hat veşartin. Endamên saziyên civaka sivîl, hêzên leşkerî, Rêveberiya Xweser, şêx û rûspiyên eşîran, tevî şêniyên kantona Reqayê beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir. Piştre ji fermandarên QSDˈê Mehmûd Kobanê axivî.

Mehmûd Kobanê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got wek QSD amade ne her bihosteke xaka Sûriyeyê biparêzin. Mehmûd Kobanê heya avakirina Sûriyeke demokratîk a nenavendî soza domandina têkoşînê da.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Ebîr El Hacî sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şervanên QSDˈê yên li eniyên berxwedanê silav kir û got: "Şehîdên me bi lehengî xaka me parast. Xema wan a yekane welatekî azad e."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşm û tilîliyên dayikan hat veşartin.

(bb)

ANHA