Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê şehîd bûye, aşkera kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
7 kanûn, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku endamekî wan gihaşt asta şehadetê.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em şehadeta endamê hêzên xwe Ebdulezîz Îbrahîm bi xemgînî radigihînin. Şehîd Ebdulezîz Îbrahîm di encama krîza dil de li Nexweşxaneya Gel a Hesekê şehîd bû.

Agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne;

Nav û paşnav: Ebdulezîz Îbrahîm

Navê dayikê: Tirfe Elî

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka jidayikbûnê: Hesekê-10.02.1985

Cih û dîroka şehadetê: 05.12.2024

Şehîd Ebdulezîz sembola rêkûpêkî û lehengiyê bû û jiyana xwe xist xizmetî ewlehî û îstîqrarê. Bi pêkanîna erkên xwe û alîkariya mezin di parastina civakê de dihat naskirin. Di gelek pêngavên li dijî rêxistina DAIŞˋê de beşdar bû û destanên lehengiyê di şerê rizgarkirina Reqa, Minbic û Dêrazorê de nivîsandin.

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiyê ji malbatê dixwazin. Ew bi fîzîkî ji nav me çû, lê di dil û bîrewariya me de ye."

(fr)