Li Tebqa şampiyona melevaniyê ye
Nivîsgeha Lîstikên Kesane ya Meclisa ya kantona Tebqa şampiyona melevanî û avjeniyê organîze kir.
Nivîsgeha Lîstikên Kesane ya Meclisa Werzîşê ya Kantona Tebqayê li hawza Endelus a li taxa El Sanî ya Tebqayê Şampiyona melevanî û avjeniyê li dar xist. Di şampiyonayê de 50 kesî bi hemû temenan beşdar bûn.
Şampiyon li gorî temenan dabeşî 3 dewran bû. Ya yekemîn melevaniya bi şêwaza azad ji 10 salî heta 15 salî, ya duyemîn ji temenê 15 û jortir û ya sêyemîn avjeniya ji nêrdewanê de bû.
Di şampiyonê de rihê pêşbirk û coşê hebû. Asta yekemîn Alînar Ehmed, Mihemed Wefî, Ehmed Şelebî û Usama El Şiblî, asta duyemîn Etallah, Mistefa Şiblî, Elî Ehmed û Mehmûd Heboş, asta duyemîn Hêlan Ehmed, Mihemed Ubêd, Hemîd El Muhsin û Mamûn Xelef bûn.
Şampiyon bi xelatkirina serketiyan bi dawî bû.
(fr)
ANHA