Li Reqayê panela ˊRola yekitî û rêxistinan di têkoşîna dijî hişbirê deˊ
Rêxistinên Civaka Demokratîk ên kantona Reqa têkildarî xeteriyên hişbirê û rêbazên têkoşîna li dijî wê panelek organîze kir.
Bi sernavê ˊRola yekitî û rêxistinan di têkoşîna li dijî nexweşiya hişbirê deˊ Rêxistinên Civaka Demokratîk bi hevkariya Nivîsgeha Ciwanan a Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê ya kantona Reqayê panelek li dar xist. Di panelê de endamên Rêxistinên Civaka Demokratîk ji tevahî yekitî û sanîkayan beşdar bûn.
Di panelê de hevserokê Konfederaliya Civaka Demokratîk a Cîhad El Hesen mijara yekemîn a li ser sedemên civakî, aborî û derûnî ku dihêlin mirov hişbirê bi kar bînin nîqaş kirin û got: "Nexweşiya hişbirê şerekî ji şerên li dijî welatê me yan jî welatên Ereban mîna Iraq, Lîbya û Yemenê pêk tên."
El Hesen wiha domand: "Tevahî dewlet êşên vê nexweşiyê dikişînin. Yek ji sedemên berbelavbûna wê şer e. Em îro di rewşekî şer de ne. Ji ber vî şerî nirx têk diçin, exlaq, ol û terbiyekirin winda dibe."
Mijara duyemîn a li ser rola perwerde û hişyarkirinê têkildarî parastina ji hişbirê ji hêla hevserokê Yekitiya Mamosteyan Ebdulfetah El Meşor ve hat birêvebirin. El Meşor wiha got: "Ji 1ˊê Tîrmehê heta 15ˊê Tîrmehê, me hemleyên hişyarkirinê li peymangehên taybet û giştî li dar xistin. Di hemleya dawîn de bang li tevahî komîte û yekitiyên taybet hat kirin ku vê nexweşiyê ji holê rakirin. Em girîngiyê zêde didin peymangehan, ji ber ku di peymangehan de hejmareke mezin a ciwanan heye."
Di mijara sêyemîn de jî zirarên tenduristî yên hişbirê hatin nîqaşkirin. Endamê Yekitiya Dermanxaneyan Mueyed El Keret axivî û got: "Em wek dermanfiroş, divê em zirarên vê nexweşiyê bi awayekî zelal şîrove bikin. Da ku em bikarhêneran ji ve nexweşiyê rizgar bikin."
Endamê Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê Xalid El Hesen li ser mijara çaremîn a têkildarî bandor û tedbîrên qanûnî yên têkoşîna dijî bazirganan axivî û got: "Madeyên hişbirê derbasî herêmên me dikin. Armanca wan wêrankirina civakê ye, bi taybet beşa ciwanan."
Dûre beşdaran nîqaş kir û nêrînên xwe der barê têkoşîna li dijî vê nexweşiyê anîn ziman. Panel bi gelek encamnameyan bi dawî bû:
Dewreyên hişyariyê yên zêde li dibistan û peymangehan werin lidarxistin.
Komîteyek ji tevahî yekitiyan ji bo danîna bername û planên hevbeş were avakirin.
Aktîvkirina behreya ciwanan bi rêya nivîsgeha ciwanan û yekitiyên rewşenbîran.
Lidarxistina çalakiyên çandî li parkên giştî der barê bandora hişbirê de.
Lidarxistina atolye û panelan ji bo hişyarkirina civakê.
(fr)
ANHA