Emîne Şenyaşar: Dixwazim kurê min li cem min be

Emîne Şenyaşar a ku li ber Meclisê Nobeta Edaletê didomîne, beriya emeliyat bibe daxuyanî da û got: “Ez ê emeliyat bibim û dixwazim kurê min li cem min be.

Emîne Şenyaşar: Dixwazim kurê min li cem min be
24 tebax, 2024   15:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Emîne Şenyaşar a ku ji bo qurbaniyên xwe û kurê xwe yê girtî li ber Meclisê çalakiya Nobeta Edaletê daye destpêkirin, wê îro ji ber nexweşiya guatrê emeliyat bibe. Şenyaşar li Nexweşxaneya Guven a li Enqereyê ya bajarê Tirkiyê dê emeliyat bibe. Şenyaşar beriya emeliyat bibe daxuyanî da. 

Emîne Şenyaşar carek din behsa komkujiya li hemberî malbata xwe kir û wiha got: “Kurê min Fadil bi awayekî neheqî girtî ye. Bila kurê min berdin. Çima li pey kujeran disekinin? Ev malbat li Pirsûsê mirovan dikujin û diziye dikin. Çima Erdogan van kir parlamenter? Gelo qey nizanin ku ev çi ne?”

PIŞTÎ EMELIYATÊ WÊ ÇALAKIYA XWE BIDOMÎNE

Şenyaşar carek din gazî Serokkomar Tayyîp Erdogan kir û wiha got: “Ez ê emeliyat bibim û dixwazim kurê min li cem min be. Kurê min berdin, nexwê ez ê bi halê xwe yê emeliyat çalakiya xwe bidomînim. Erdogan wan malbata min qetil kirin. Gelo tu viya qebûl dikî? Yên ku qetlîamê kirin serbest in û bi rehetî digerin. Çima ew nehatin girtin?”

Şenyaşar neviyên xwe ango zarokên Fadil ê girtî bi bîr xist û got: “Gelo hûn ji zarokên wî jî şerm nakin? Ji bo ev zilm bi dawî bibe divê Emîne Erdogan jî dengê xwe derxe.”