Li Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê çalakiyên 4ˊê Nîsanê

Li kantonên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Minbicê bi boneya rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi dirûşma "Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" çalakî li dar ketin.

4 nîsan, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Reqayê hemleya çandina daran li parka Îstiqlal a bajêr bi çandina 100 daran li dar xist.

Melisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi vê boneyê şahiyek li hola Tac li dar xist. Tê de endamên Meclisa Kombûna Jinan, saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriya Pêşerojê, PYDˊê, Tevgera Hîlala Zêrîn, Meclisa Jinan a Sûriyê û Navenda Çandê ya kantonê beşdar bûn.

Berdevka meclisa kombûnê Xûd Îsa rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku rojbûna wî ne tenê ji bo Kurdan her wiha ji bo tevahî gelên azadîxwaz e.

Gerînendeyê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Reqayê Gedîm Îdan rojbûna Rêbrr Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di şahiyê de lîstikên şanoyê û stran ji aliyê koma Hîlala Zêrîn û ya Navenda Çandê ve hatin pêşkêşkirin.

MINBIC

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Minbicê bi heman boneyê şahiyek li parka Rêber Abdullah Ocalan a nêzî pira Qereqozaqê li dar xist. Di serî de çalakvanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Cemal Îsa got: "Di roja 4'ê Nîsanê de bindestî têk çû û roja azadiyê hilat. Bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan em îro ketine rêya azadiyê."

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê Ruweyde Hinêzel destnîşan kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelan û ya jinan e, nexasim ku jinan bi saya fikrê wî xwe di hemû qadan de îsbat kir û rola xwe nas kir.

Beşdaran 100 dar li parkê çandin piştre govend gerandin.

TEBQA

Di heman çarçoveyê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê parka 4'ê Nîsanê ya navenda bajêr bi beşdariya şênî, nûnerên Rêveberiya Xweser, deste, partiyên siyasî û tevgerên jinan vekir.

Desteya Şaredariyan û Desteya Jîngehê jî li kantonê hemleya çandina 2 hezar dar li dar xist.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonê şahiyek bi dirûşma "Bi ruhê roja 4'ê Nîsanê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk bînin" li dar xist.

Her wiha hevseroka Meclisa Rêveber a kantonê Hind Elî roja 4'ê Nîsanê li gelê herêmê pîroz kir.

Şahî bi stranên bi zimanên Kurdî û Erebî bi dawî bû.

Her wiha Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê li kantona Tebqayê û di çarçoveya çalakiyên rojbûna Rêber Abdullah Ocalan de bi daxuyaniyekê bidawîbûna hemleya komkirina îmzeyan ragihand.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 28 hezar û 122 îmze hatin komkirin.

DÊRAZOR

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê li herêma Seba Kîlo şahiyek li dar xist. Tê de bi sedan şêniyên kantona Dêrazorê, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û tevgerên jinan beşdar bûn.

Di serî de cîgira Desteya Seroketiyê ya Meclisa Rêveber Şehnaz El Hefel got: "Roja 4'ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Ocalan her wiha rojbûna gelan e."

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Felek Osman rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li neteweya demokratîk pîroz kir.

Di dawiya şahiyê de Parka Şehîdan li herêma Seba Kîlo hat vekirin, zêdetirî 300 dar hatin çandin û alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li deriyê bakur ê Dêrazorê hatin hildan.

(mh)

ANHA