Li Amarayê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

75'emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, li hewşa mala ku lê ji dayik bûye hat pîrozkirin.

Li Amarayê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan hat pîrozkirin
4 nîsan, 2024   18:08
NAVENDA NÛÇEYAN

75'emîn rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de ye, ji aliyê malbata wî û xizmên wî ve li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê li mala ku lê ji dayik bûye hat pîrozkirin. Birayî wî Mehmet Ocalan ku di pîrozbahiyê de axivî, astengkirina şandeya ku xwest bê gund û yên pê re û dorpêçkirina gund a ji aliyê cendirmeyan ve şermezar kir.

Ocalan got: "Îro rojbûna Rêbertiyê ye (Abdullah Ocalan). Me her sal li vir rojbûna wî prîoz dikir. Lê heyameke wiha afirandine ku ji bo ev pîrozbahî neyê kirin her derî dorpêç kirine. Ev nayê qebûlkirin. Ev daxwaz, daxwazeke gelekî demokratîk e. Me jî wekî her gelî xwest rojbûna Rêberê xwe pîroz bike."

Mehmet Ocalan anî ziman ku ew ê li her derî rojbûna Abdullah Ocalan pîroz bikin û got: "Em vê pergalê ku ji bo ev pîrozbahî neyê kirin her derê girtiye, şermezar dikin. Em malbata wî rojbûna Rêberê xwe pîroz dikin. Divê dewlet li vê dîmenê binêre û şerm bike."