Li Swîsreyê otubusek şewitî: 6 kes mirin

Li bajarokê Kertsers ê Swîsreyê rêwiyekî di otubusê de agir bi xwe xist, bi wê re şewat çêbû û 6 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

 Li Swîsreyê otubusek şewitî: 6 kes mirin
11 adar, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Kertsersê ê li rojavayê Swîsreyê rêwiyekî di otubusekê de agir bi xwe xist, pê re şewat çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Duh êvarê, li ser rêyeke bajarokê Kertsers ê parêzgeha Fribourg ku nêzikî 20 kîlometreyan dûrî paytext Bernê ye, qezayek çêbû. Li gorî polîsan rêwiyekî agir bi bedena xwe xist, bi wê re jî 6 kes mirin û 3 jî birîndar bûn.

Berdevkê polîsên Fribourgê Frederic Papow anî ziman ku lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku rêwîyekî bi zanebûn di hundirê otobusê de xwe şewitandiye û têkildarî bûyerê dest bi lêpirsînan kirine.

(fr)