Li Silêmaniyê êrişa bi dronan, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

Li gorî Rojnewsˊê, di danê sibehê de bi çend dronên xwekuj êrişî ser baregeha li Zirguwêz a li sînorê bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hate kirin û di encamê de pêşmergeyek jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek birîndar bû.

Li Silêmaniyê êrişa bi dronan, pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da
11 adar, 2026   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsˊê diyar kir ku çavkaniyek ji Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê-Îran ku nexwest navê xwe aşkera bike, têkildarî êrişek nû li ser hêzên wan agahî parve kirin.

Çavkaniyê diyar kir ku îro danê sibehê bi çend dronên xwekuj êrişî baregeha hêzên wan ên li Zirguwêz ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hate kirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku di encama êrişê de pêşmergeyek bi navê Umêd Weysî jiyana xwe ji dest da û pêşmergeyek din jî birîndar bû.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê Amerîka û Îranê ve, gelek caran baregeh û navendên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bi dron û muşekan hatine hedef girtin. Di van êrişan de 2 pêşmerge jiyana xwe ji dest dane û 3 pêşmerge jî birîndar bûne.