Danûstendinên Îsraîl û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi serneketin

Ajansa Reutersê ragihand ku danûstandinên di navbera Îsraîl û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de serneket. Sedema serneketinê jî  Îsraîl xwest “kerdîdoreke mirovî" bi Siwêdayê were vekirin, nîşan da.

Danûstendinên Îsraîl û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê bi serneketin
26 îlon, 2025   17:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Rutersê ku agahiyên xwe ji çar çavkaniyên xwedî agahî wergirtine, danûstandinên ji bo pêkanîna peymaneke ewlehiyê di navbera hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û Îsraîlê de di kêliya dawî de serneketin. Ajansê sedema serneketinê spart, xwestina Îsraîlê ku "korîdoreke mirovî" bi Siwêdayê re veke. 

Danûstandinên di navbera herdu aliyan de bi navbênkariya Amerîkayê bi rê ve diçin.  Hevdîtinên wan jî çend mehên borî li Baku, Parîs û Londonê hatin lidarxistin. Li gorî agahiyan herdu alî gihiştibûn nêzîkî pêkanîna peymanekê. Hat gotin li gorî peymanê, Parêzgeha Siwêda jî di nav de dê çek li başûrê Sûriyeyê were çêkirin.

Rutersê di heman nûçeyê de destnîşan kir ku Îsraîl dibêje ew ê parastina civaka Durzî li hundirê Sûriyeyê bike. Ji ber vê sedemê beriya niha êrişên leşkerî li dijî navendên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê pêk aniye.

Li gorî çavkaniyan di danûstendinên Parîsê de hikûmeta veguhêz daxwaza Îsraîlê ya vekirina kerîdora bi Siwêdayê re, red kiriye.  Ev daxwaz jî wekî binpêkirina serweriya xaka xwe bi nav kiriye. Li aliyê din çavkaniyekî Sûriyayî û çavkaniyeke Amerîkî ku ji danûstandinana di navbera herdu aliyan de agahdar e, aşkere kirin ku Îsraîlê vê dawiyê daxwaza vekirina kerîdora bi Siwêdar re ji nû ve aniye rojevê. Ji lewma peymana dihate payîn di navbera herdû aliyan de were imzakirin hate paşxistin.

(k)